Îsraîlê dergehên bi Xezayê re ji nû ve vekirin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê raber kir ku piştî bilindûna asta şer a vê mehê, dergehên bi Xezayê re hatibûn girtin. Wezaretê diyar kir îro dergeh ji nû ve hatin vekirin.

Îsraîlê dergehên bi Xezayê re ji nû ve vekirin
12 gulan, 2019   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê li ser zimanê berdevkê Yekîneya Koordînasyona Karên Hikumetê li herêmên girêdayî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û ku çavdêriyê li ser dergehan dike, ragihand ku Dergeha Beyt Xatûn (Îrêz) a şêniyan û Dergeha Kerem Ebû Salim (Kerem Şalom) a madeyan ên li Xezayê, hatin vekirin.

2 dergeh û herêma masîgirtinê beriya 4’ê Gulanê ji ber avêtina moşekan ji aliyê Hemas û Tevgera Cîhada Îslamî ve ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve û Îsraîlê jî bi dehan nuqteyên li Xezayê kirin hedef, hatibûn girtin.

Di şer de ku 2 rojan dom kir, 4 sivîlên Îsraîlê û 25 filistînî ku tenê 9 kes jê sivîl in, hatin kuştin, lê ew şer bi agirbesteke demkî hate bidawîkirin.

Bi navbeynkariya Misrê, Filistîn û Îsraîl gihaştibûn agirbestê.

(fr)