Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye

Piştî vekirina Pira Kevn a di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê yên başûr de,  tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye. Komîteya Aborî jî karê wan hêsan dike û alîkariyê dide.

Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
Piştî vekirina Pira Kevn, tevgera kargeh û avahiyên xebatê zêde bûye
11 gulan, 2019   05:35
REQ-EMAR XELEF

Kargehên gundewarên başûrê Reqayê piştî vekirina Pira Kevn ku dergehê yekemîn e di navbera bajarê Reqayê û gundewarên başûr de, rastî geşbûneke mezin hat. Her wiha gelek avahiyên xebatê, aborî û çandinî li gundewarên başûrê Reqayê jî bi vê re xebatên xwe dimeşînin.

Komîteya Aboriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê alikariyên guncaw pêşkêşî xwediyên kargehan wekî sotemenî û hin pêdiviyên kargehan, bi armanca piştgiriyê û pêşketina aboriya hundirîn a bajêr kir.

Di vê çarçoveyê de Îsmaîl Ferhan yek ji xwediyên kargehên Reqayê wiha got: "Piştî Komîteya Aboriyê alîkarî pêşkêşî me kir, berhem zêde bû. Berê me azara sotemeniyê dikişand, lê niha Komîteya Aborî bi buhayekî guncaw ji me re dabîn dike. Bi vê yeke re xwediyên tevahî kargehan dixwazin ji nû ve kargehên xwe vekin."

Ferhan wiha lê zêde kir: "Piştî Pira Kevn wekî berê vegerî xebatê û peydakirina rêya çûn û hatinê da ku alavên firotinê bikevin navenda bajarê Reqayê û herêmên Bakurê Sûriyê, me kargehên xwe vekirin, ji ber ku çavkaniya debara me ye."

Li aliyekî din jî vegera kargeh û avahiyên xebatê yên li gundewarên başûrê Reqayê yên bi hejmara 10 kargehên cur bi cur ji xebatê re derfeta kar ji 500 welatiyan re ji şêniyên ku piraniyên xwe ji koçber û penaberên herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê yên gundewarên rojhilatê Reqayê, Dêrazor û Helebê de ne, dabîn kir.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Buroya Pîşesaziyê  ya Komîteya Aboriyê Abdulxefûr Hesen da zanîn ku Komîteya Aborî hewl dide rewşa aboriya herêmê bi rêya pêşkêşkirina alîkariyan ji xwediyên kargehan a ji bo geşkirina vekirina kargehan re, bi pêş bixe.

Abdulxefûr Hesen bang li xwediyên kargehên Reqayê û gundewarên wê kir ku vegerin bajarê Reqayê da ku kargehên xwe vekin ku bajar êdî ewle ye.

(fr)

ANHA