Rûsya daxuyaniya NY‘ê ya der barê Idlibê de asteng kir

Cîgirê nûnerê Rûsyayê li NY‘yê Vladimir Safronkov got, Mosko daxuyaniya Konseya Ewlekariyê ya der barê şermezarkirina êrîşên li Idlibê de asteng kir.

Rûsya daxuyaniya NY‘ê ya der barê Idlibê de asteng kir
10 gulan, 2019   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Vladimir Safronkov piştî rûniştina Konseya Ewlekariyê ya girtî ya der barê Sûriyê de ji rojnamevanan re got: "Me daxuyaniya çapemeniyê bi navê Konseya Ewlekariya Navdewletî ya Belçîka û Elmnyayê amade kiribû asteng kir, ji ber ku rastiya rewşa li Idlibê reş dikir."

Vladimir Safronkov destnîşan kir ku Rûsya û Neteweyên Yekbûyî diyalogan bi rêya kenalên leşkerî, siyasî û pêşeyî der barê rewşa li Idlibê rû dide berdewam dikin.