Li Dêrazorê motorsêklêteke bombebarkirî hate bê bandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê bi hevkariya welatiyan motorsêklêteke bombekirî bandor kirin.

Li Dêrazorê motorsêklêteke bombebarkirî hate bê bandorkirin
Li Dêrazorê motorsêklêteke bombebarkirî hate bê bandorkirin
Li Dêrazorê motorsêklêteke bombebarkirî hate bê bandorkirin
10 gulan, 2019   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got:"Roja Înê 10‘ê Gulana 2019‘an li ser agahiyên welatiyan ku motorsêklêteke bi guman li ser pira Bisêra ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatiye bicihkirin, dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn çû cihê bûyerê û derdora motorsêklêt dorpêç kirin da ku ziyan neghêjin mirovan."

Navenda Ragihandinê diyar kir tîmên endizyariya rakirina mayînan ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê piştî motorsêklêt kontrol kir, eşker bû ku hatiye bombekirin, li ser vê yekê motorsêklêt bê bandor kir.

ANHA