NY‘yê banga agirbestê li aliyên Lîbyayê kir

Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê banga agirbestê û mûzakereyan li aliyên Lîbyayê kir.

NY‘yê banga agirbestê li aliyên Lîbyayê kir
10 gulan, 2019   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Indonesyayê li Neteweyên Yekbûyî û Serok Konseya Ewlekariyê yê Neteweyên Yekbûyî ji bo vê mehê Diane Tranceia Dajani diyar kir ku Konseya Ewlekariyê îro Înê bang li hemû aliyên Lîbyayê kir ku agirbest pêk bînin û bi navbeynkariyeke navdewletî li mûzakereyan vegerin.

Li Lîbyayê di demekê de ku Hêzên Haftar operasyon ber bi paytexta Trablûsê daye destpêkirin, şer li herêm rû dide.