Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin

Tîma Rojava Ramko ya rakirina mayinan 15 hezar mayin li bajarê Reqa û gundewarên wê bê bandor kirine û hîna xebatên rakirina mayinan berdewam dike.

Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin
Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin
Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin
Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin
Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin
Tîma Ramko 15 hezar mayin li Reqayê bê bandor kirin
10 gulan, 2019   06:57
REQA-RUBA EL-ELÎ

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, vê carê şênî li beramberî bi hezaran mayinên DAIŞ`ê rû bi rû man û bûn sedema mirina gelek şêniyan, di nav de jin û zarok. Li ser wê Tîma Rojava Ramko ya bêbandorkirina mayinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser dest bi xebatên xwe li bajarê Reqayê kir û bi hezaran mayin bê bandor kirin.

Di nava Tîma Rojava Ramko de tîma destwerdana lezgîn heye. Erka wê ew e ku piştî bihîstina agahiyên girêdayî hebûna mayinekê, bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn  berê xwe bide cihê mayinan. Her wiha tîmeke din jî heye ku cihê mayinê diyar dike û nîşaneyên wê dişîne ji tîma destwerdana lezgîn re da ku mayinê bê bandor bike.

Di her xebatekê de Tîma Rojava Ramko li gel xwe tîmeke tenduristiyê bi xwe re dibe cihê mayinê, dema rûdana bûyerên lezgîn an jî taqîna mayinekê, tîma tenduristiyê dermanên pêwîst pêşkêş dike.

Astengiyên ku rastî tîmê tên

Piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê di nav bajêr de tengav kirin, çeteyan li deriyên têketin, kolan, avahiyên taybet, giştî û dibistanan tevahiya cureyên mayinan çandin, yên destan, lazerî, topên hewan û moşekên cureya M82 bi giraniya 450 kg. Ev mayin  jiyana endamên tîmê dixin xetereyê, ji ber ku divê kesên pispor wan bê bandor bikin.

Ajansa me xebatên meydanî yên tîmê li taxa El-Teyar dema avahiyek taybet ji mayinan paqij dikir, şopandin. Hejmara mayinên ku tîmê ji wê malê rakirine gihaşt 150 heban.

Berpirsê Tîma Rojava Ramko Mistefa Salih destnîşan kir ku ji 3 salan ve hewl didin herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiribûn ji mayinan paqij bikin û wiha domand: "Armanca me xilaskirina jiyana sivîlan ji xetereya mayinan e, bi taybet zarokan, ji ber ku nikarin mayinan û ji tiştên din ji hev cuda bikin."

Salih diyar kir ku heftane 3 yan 4 caran dixebitin û mayinan bê bandor dikin, lê di nav bajêr û gundewaran de hîna zêdetirî 30 hezar mayin hene.

Girêdayî xebatên tîmê Salih destnîşan kir ku tîmê 30 zevî li gundewarên bakurê Reqayê li herêma El-Kalte, El-Xazlî û Hezîme ji mayinan paqij kirine  û wiha berdewam kir: "Zeviyên ku me paqij kirine, jêderên jiyana şêniyan in. Ji ber ku herêmek çandinî ye û şênî debara xwe bi çandiniyê peyda dikin."

Tîma Remko dê tîmeke din amade bike da ku li gundewarên Dêrazorê ya rizgarkirî dest bi kar bike û mayinan bê bandor bike.

(şx)

ANHA