Rewşenbîrên Efrînê: Dîwarê parçekirinê berxwedana me naşikîne

Rewşenbîrên herêma Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk bi lêkirina dîwarê parçekirinê hewl dide dagirkeriya xwe xurt bike û Efrînê tev li Tirkiyê bike. Rewşenbîran destnîşan kir ku berxwedana Efrînê têk naçe.

Rewşenbîrên Efrînê: Dîwarê parçekirinê berxwedana me naşikîne
10 gulan, 2019   06:32
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Rewşenbîrên herêma Efrînê lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li civaka navdewletî, Konseya Ewlehiyê, Rûsya û rejîma Sûriyê kir ku li hemberî hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê helwesteke cidî nîşan bidin.

Endama Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Fîdan Mihemed wiha axivî: "Dagirkeriya Tirkiyê Efrîn dagir kir, niştecihên wê yên resen dan koçberkirin û kesên ji derve li şûna wan bi cih kirin. Niha jî li derdora kantona Efrînê dîwarê parçekirinê lê dike. Heta niha ji gundên Kîmarê, Cilbirê, Meryemîn ên navçeya Şerayê kîlometreyek dîwar lê kiriye. Eşkere ye ku niyeta dagirkeriya Tirkiyê heye ku Efrînê tev li erdê xwe bike, mîna çawa Lîwa Îskenderon tev li Tirkiyê kir."

Fîdan Mihemed, bang li civaka navdewletî, Konseya Ewlekariyê, hikumeta Rûsyayê û rejîma Sûriyê kir ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê helwestekê nîşan bidin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê Ebdulhemîd Ehmed jî got: "Dîwarê ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li derdora Efrînê lê dike, armanca xwe ew e ku Efrînê ji Sûriyê qut bike û îrade û berxwedana xelkê Efrînê yê li Şehbayê  bişikîne. Lê gelê Efrînê ji cîhanê re îsbat kir ku îradeya gelê berxwedêr ji êrîşên dijmin bihêztir e."

Ehmed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk êdî dizane ku vîna gelê Efrînê naşikê û got: "Ne bi dagirkirina Efrînê û ne jî bi binpêkirinên domdar vîna me naşikê. Ji ber vê yekê berî da lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê. Ev nîşan dide ku nikarin berxwedana me ya dîrokî têk bibin."

Ehmed, bang li rêjîma Sûriyê û hikumeta Rûsyeyê kir ku li hemberî binpêkirinên li Efrînê têne kirin, tev bigerin û dîwarê parçekirinê rawestînin.

Ji aliyê xwe ve rêvebera Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Avesta Mihemed jî anî ziman ku dîwarê parçekirinê ku dagirkeriya Tirkiyê li derdora Efrînê lê dike, ji cîhanê re eşkere bûye ku niyeta Tirkiyê Efrînê dagir bike, ne ku wekî îdia dike dê sînorê xwe biparêze. Avesta Mihemed got: "Em wek şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê divê em li hemberî Erdogan ku dixwaze Împaratoriya Osmanî vegerîne, bisekinin."

Avesta di dawiya axaftina xwe de bang li rejîma Sûriyê, hikumeta Rûsyayê û hemû dewletên cîhanê kir ku li hemberî binpêkirinên li herêmên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve, helwesteke cidî nîşan bidin.

(bb)

ANHA