Rejîmê Sûriyê Keleha Medîq kontrol kir

Hejmareke mezin ji sivîlên parêzgeha Idlibê û Hemayê koçî kantona Efrînê kirin. Der barê şer de çeteyên El-Hizib El-Îslamî Tirkistanî bajarokê Kefirnebûdê bakurê bajarê Hemayê careke din xist bin kontrola xwe û paşê dîsa rejîmê bajarok û keleha Medîq kontorl kir.

Rejîmê Sûriyê Keleha Medîq kontrol kir
9 gulan, 2019   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji ANHA`yê re hejmara koçberên malbatên sivîl ên ku ji parêzgeha Idlib û Hemayê koçî kantona Efrînê kirine eşkere kir, bi vê yekê Tirkiyê û Rûsya di guhertina demografiya herêmê de dewam dikin.

Çavkanî got di demên dawîn de ji herêmên şer û bombebaranê li parêzgeha Idlib û Hemayê 50 hezar malbat koçî kantona Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, kirin.

Ev koçberî di wexteke ku hemleya hêzên rejîmê bi alîkariya esmanî yên Rûs û piştî hevpeymanên di navbera Tirkiyê û Rûsya li ser herêmê de, pêk tê.

Bi erêkirina Rûsya, dewleta Tirk guhertina demokrafîk li kantona Efrînê pêk tîne, ew yek bi rêya anîna hezaran malbatan ji gundewarên Şam, Dera û Humsê li Efrînê ye.

Der barê şerê li bejahiya bakurê Hemayê, çavkanî got çeteyên Partiya El-Îslamî Tirkstanî piştî ku çalakiyên  xwekujî li bajarokê Kefirnebûdê pêk anî, bajarok xiste bin serweriya xwe.

Heman çavkanî got rejîmê îro careke din Kefernebûdê û Keleha Medîq û gundên din mîna Tiwênê, Til Osman, Kirkat û Cenabirê kontrol kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber bilindbûna keleha Medîq, ew yek ji cihên herî stratejîk li herêmê ye.

(jo)

ANHA