Şerîketa Giştî ya Rêyan dest bi ziftkirina rêyan kirin

Li gorî hevpeymana di navbera şerîketa Giştî ya Rêyan(Zagros) û Şaredariya navçeya rojhilat a Qamişlo de, şerîketê dest bi ziftkirina rêyên li rojhilatê navçeyê ya bajarê Qamişlo kir.

Şerîketa Giştî ya Rêyan dest bi ziftkirina rêyan kirin
Şerîketa Giştî ya Rêyan dest bi ziftkirina rêyan kirin
Şerîketa Giştî ya Rêyan dest bi ziftkirina rêyan kirin
Şerîketa Giştî ya Rêyan dest bi ziftkirina rêyan kirin
Şerîketa Giştî ya Rêyan dest bi ziftkirina rêyan kirin
9 gulan, 2019   11:09
QAMIŞLO

Di 23`yê Nîsanê de her du Şaredariyên Gel ên navçeyên rojhilat û rojavayî bajarê Qamişlo, bi Şerîketa Giştî ya Rêyan (Zagros) re, ji bo sererastkirin û ziftkirina rêyên di nava bajarê Qamişlo de hevpeyman mor kirin.

Li ser vî esasî, piştî paqijkirin, hûrkirin, belavkirina kevirê şikenandî û rastkirina rêyên girêdayî rojhilatê navçeyê, îro alavên Şerîketa Giştî ya Rêyan(Zagros) dest bi ziftkirina daketina rojhilatê bajarê Qamişlo û rêyên taxa Enteriyê ya girêdayî navçeyê ye kirin, ku ew jî ji Çerxereya Şehîdên Enternasyolîst dest pêkirin û li çerxereya Sewami bi dawî kirin.

Zifitkirina rêyan bi beşdariya Hevserokatiya Meclisa Şaredariyên Kantona Qamişlo, Serokatiya Meclisa Kantona Qamişlo, endizyar û feniyên Şerîketa Giştî ya Rêyan (Zagros) hate destpêkirin.

   Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Şaredariyên Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir, îro Şerîketa Zagros dest bi pêngava yekem ji zifitkirina rêyên bajarê Qamişlo kirin û li gorî hevpeymana bi şerîketê re, dê heta bidawîkirina hemû rêyan xebat berdewam be.

Tê payîn ku piştî bidawîkirina ziftkirina rêyên rojhilatê navçeya bajarê Qamişlo, Şerîketa Giştî ya Rêyan(Zagros) dê dest bi çêkirina rêyên navçeya rojava ya Qamişlo bike.

(eh) 

ANHA