Zelal Ceger: Piştgiriya grevên birçîbûnê, berdewama têkoşînê teqez dike

Zelal Ceger di bin konê çalakiya Şêxmeqsûd a Helebê de axivî û got: “Şêniyên taxê carek din isbat kirin ku ew di piştgiriya Leyla Guven bi israrin. Divê gel li dû hêz û siyaseta xwe be, da ku planên bûne sedema dagirkirina Efrînê pûç bikin.”

Zelal Ceger: Piştgiriya grevên birçîbûnê, berdewama têkoşînê teqez dike
Zelal Ceger: Piştgiriya grevên birçîbûnê, berdewama têkoşînê teqez dike
Zelal Ceger: Piştgiriya grevên birçîbûnê, berdewama têkoşînê teqez dike
Zelal Ceger: Piştgiriya grevên birçîbûnê, berdewama têkoşînê teqez dike
Zelal Ceger: Piştgiriya grevên birçîbûnê, berdewama têkoşînê teqez dike
8 gulan, 2019   13:34
HELEB

Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star a Helebê di roja xwe ya 4`an de berdewam e. Bi dehan endamên her du komînên Kelhat û Şîlan Kobanê serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiya îro de bi navê Meclisa taxa Eşrefiye Remzî Mihemed, bi navê Komîna Şehîd Şîlan Hemîde Dodix û bi navê  Komîna Şehîd kelhat Heyder Elî axivîn. Axaftvanan teqez kirin ku ew ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê di zîndanên Tirkiyê de û derveyî wê tev li çalakiyê dibin. Axaftvanan bang li rêxistinên mafên mirovan, rewşenbîran, kesên azadîxwaz û hiqûqnasan kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî û olî li hember siyasetên Tirkiyê yên li ser girtiyên siyasî rabin.

Paşê endama Kongreya Star Roşîn Musa axivî û destnîşan kir ku di pêvajoyek hesas de çalakî hatiye orgenîzekirin. Roşîn got: “Vê yekê jî girîngî û wateyek daye çalakiyê. Li hember siyasetên dagirker berxwedana zîndana destpê kir û binpêkirinên hovane yên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red kir.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger jî axivî û diyar kir ku şêniyên kelha berxwedanê carek din isbat kirin ku ew di berxwedana xwe û piştgiriya Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên din de berdewam in. Zelal destnîşan kir ku gel hêza xwe ji fikrê Ocalan digire û wiha got: “Destanên dîrokî nivîsandin û êdî nayên şikandin, isbata wê jî taxa Şêxmeqsûd e û şêniyên Efrînê yên ku li herêmên Şehbayê li berxwe didin.”

Di dawiyê de Zelal teqez kir ku divê gel ji bo vegerandina Efrînê li paş hêza xwe ya leşkerî be û xwedî siyasetek dîplometîk be.

Piştî bidawîbûna axaftinan senevizyonek hate pêşandan.

Çalakî dê heya saetên ber êvarê bidome.

(şx)

ANHA