Hêzên rejîma Sûriyê êrîşî bakurê Hemayê kir

Piştî êrîşên dijwar ên rejîmê bi ser her du bajarokên Sexir û Kefernebûda yên li bakurê Hemayê de, şer li eniyên li bejahiya bakurê Hemayê di navbera rejîm, Heyet Tehrîr El-Şam û komên din de ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, dijwar bûye.

Hêzên rejîma Sûriyê êrîşî bakurê Hemayê kir
8 gulan, 2019   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serweriya hêzên rejîma Sûriyê ser deverên stratejîk ên li gundê Banê, hêzan dest bi êrîşên berfireh ên bejahî û esmanî ser her du bajarokên Sexra û Kefernebûdayê kir ku li bakurê Hemayê dikevin.

Di vê derbarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê li herêmê bi pêş de çûn, ji aliyê eniyên bakur ve gihaştin malan û malên li derketina bajarokê Kefernebûdayê.

(eh)