Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar

Îro li sûka gelêrî ya "Çarşem" a li gundê Farat ê rojavayê bajarê Minbicê motorsîklêtek teqiya. Di encama teqînê de 2 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn. 

Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
Di encama teqîna li Minbicê de 2 şehîd û 4 birîndar
8 gulan, 2019   11:56
MINBIC

Îro li sûka gelêrî ya "Çarşem" a li gundê Farat ê rojavayê bajarê Minbicê motorsîklêtek teqiya.

Nûçegihanê me ragihand ku hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tîmên Ambulansê berê xwe da cihê teqînê. Nûçegihanê me diyar kir ku di encama teqînê de 2 sivîl şehîd bûn, ji wan nasnameya ciwanê bi navê Mihemed Ebdo (27) hat naskirin.

Her wiha 4 kesên din jî birîndar bûn. Nasnameyên 2 kesên birîndar hatin naskirin; zarokê bi nave Elî Berho (12) û welatiyê bi navê Ehmed Mihemed (40) hat naskirin û ji bo tedawiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên bajêr.

Çavkaniyek ji hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku zilamek ku nasnameya wî nehat naskirin, bi hinceta ku motorsîklêtê wî xira bûye li wê derê danî û ji sûkê derket û paşê motorsîklêt di nava kombûna sivîlan de teqiya.

(bx)

ANHA