Îranê hin xalên hevpeymana nukleerî rawestandin

Ajansa Tesnîm a Îranê diyar kir ku balyozên dewletên di hevpeymana nukleerî de beşdar in ên Almanya, Brîtanya, Japonya, Rûsya û Fransayê, ji bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hatin vexwendin. Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Abas Araqcî nameya serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî radestî balyozên endam ên van dewletan kir.

Îranê hin xalên hevpeymana nukleerî rawestandin
8 gulan, 2019   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nameya serokkomarê Îranê bal kişand ser ku biryara Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê der barê "Rawestandina pêkanîna hin xalên ji hevpeymanên Komara Îslamî ya Îranê yên di hevpeymana nukleerî de ne."

Her wiha wezîrê karên derve yê Îranê der barê mijarê de bi nameyeke din der bare detayên pêkanînê de agahî da berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Federica Mogherini.

(eh)