Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa gurkirina şer li herêmên bêçek a Sûriyê, dosya nûkleerî ya Îranê û betalkirina encamên hilbijartinên Stenbolê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
8 gulan, 2019   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Hêzên rejîmê li cihê serekê yê herî dawî yê opozîsyonê li Sûriyê bi pêş ve diçin

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa li herêmên bêçek kir û got: “Rejîma Sûriyê li gorî rojnameyeke girêdayî hikumeta Sûriyê û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, pêşketineke sînordarekî li cihê sereke yê herî dawî ya opozîsyona çekdarî û cîhadiyan li Sûriyê, bi dest xist. Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsya û Sûriyê û topbarana bi moşekan, roja sêşemê careke din bajarok û gundên li bejahiya başûr a Idlibê û bejahiya bakur a Idlibê kir hedefa xwe.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: “Rojnameya El-Weten roja sêşemê ragihand ku artêşê gundên El-Cenabera û Til Osman xistin bin kontrola xwe, ji aliyekî din ve jî opozîsyonê roja duşemê ragihand ku wan bersiva êrîşên hikumetê daye. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî anî ziman ku hêzên hikumetê gundê Til Osman ê bakurê rojavayê Sûriyê ku dikeve çarçoveya herêma bêçek a di navbera Pûtîn û Erdogan de hatiye çêkirin, xistin bin kontrola xwe. Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di daxuyaniyekê de roja duşemê fikra xwe ya der barê zêdebûna asta şer li bakurê rojavayê Sûriyê de diyar kir.”

Şerq El-Ewset: Koçberkirina bi komî û rûxandina nexweşxaneyan li Idlibê

Rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “NY`yê duh teqez kir ku zêdetirî 150 hezar kes di hefteya derbasbûyî de, ji bakurê rojavayî Sûriyê, ji ber zêdebûna derbeyên esmanî  ji aliyê hêzên rejîmê û hevkarê xwe Rûsyayê ve, koçber bûn. Berdevkê buroya NY`yê yê Kar û Barên Mirovî David Swanson ji AFP`ê re got: “Der barê dewamkirina êrîşên hewayî li ser navenda bajar û binesaziya bajar de em bi fikar in.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê nêrîna xwe ji bo çareseriyê di dema veguhastinê de anî ziman. Her wiha meclisê noqteyên ku bi Hêzên Azadî û Guhertinê yên ku çalakiyan bi rê ve dibin, nakok in jî bi bîr xistin û bang li civîneke berfireh kir ji bo nîqaşkirinê.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths di îqnakirina milîsên Hûsî li Senaayê de ji bo rakirina bendên li ser tevgera serokê komîteya koordîneya ji nû ve belavkirinê Michael Lolisgaard û destûrdayîna wî ji bo bigihîje herêmên di bin serwerya hêzên hikumetê li El-Hudeydayê de, têk çû.”

Tirkiye

Der barê hilbijartinên Tirkiyê de rojnameya El-Ereb got: “AKP`ê bi rêya dubarekirina hilbijartinên herêmî li Stenbolê ya ku dijberî wan di hilbijartinan de bi ser ketin, Tirkiyê ber bi têkçûneke nû ya siyasî û aborî ve dibe.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Duh Parîsê, Tehran der barê binpêkirinên bendên Hevpeymana Nukleerî de hişyar kir û teqez kir ku ger ev bûyer çêbe, dê Ewropa careke din cezayan li ser Îranê ferz bike.”

(kc)