Îbrahîm Îsa: Komxebata êlan hevgirtina gelên herêmê sepand

Şêxê êla El-Henade Îbrahîm Îsa diyar kir ku komxebata êlan gavek ji bo yekkirina refên êlan ên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Îbrahîm Îsa: Komxebata êlan hevgirtina gelên herêmê sepand
8 gulan, 2019   04:35
GIRÊ SPÎ - MIHEMED EHMED-ÎBRAHÎM EHMED

Îbrahîm Îsa şêxê êla El-Henade ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe, der barê komxebata êlan de ku li bajarokê Eyn Îsa roja îna borî bi sponseriya MSD’ê li dar ket, ji ajansa me re axivî. Nêzî 70 êl ji tevahî Sûriyê beşdarî komxebatê bûn.

Îbrahîm Îsa wiha axivî: "Komxebat pêwîstiyek bû ku li dar bikeve da ku hevgirtin û yekkirinekê di navbera êlan de pêk bîne. Vê komxebatê bi beşdarbûna tevahî rûspiyên êlên herêmê serkeftin spand."

Îsa wiha pê de çû: "Lidarxistina komxebatê ji bo nêzîkbûna rûspiyên tevahî êl, kûrkirina yekkirina niştîmanî di navbera gelên herêmê de û nîqaşkirina rewşa ku Sûriyê tê de dijîn, bû. Civîn ne ji bo îşaretpêkirina aliyekî bû, lê ji bo hevgirtin, yekkirina gelan û nîqaşkirina pirsgirêkan bû ku bên çareserkirin."

Şêx Îbrahîm Îsa tekez kir ku komxebat pêwîsteyek e ku li dar bikeve da ku li hember gefên li herêmê tên xwarin, bi taybet gefên Tirkiyê yên ji bo xwesteka avakirina herêma ewle ya li bakurê Sûriyê di bin serweriya wê de bû.

Îsa wiha lê zêde kir: "Li ser tevna civakî me rexneyên der barê vê komxebatê de bihîstin. Ev rexneyên ku hatine, ne di cih de bûn wekî ew îdia dikin. Di civîna me de axaftin li dijî dewletên derve yan hikumeta Sûriyê pêk nehatin. Ya herî baldar li ser yekkirina xaka Sûriyê bû."

Di dawiyê de şêxê êla El-Henade Îbrahîm Îsa raber kir ku komxebat li gorî tevahî beşdarên ji rûspiyên êlên herêmê baş bû.

(fr)

ANHA