NY: Di hefteya dawî de zêdetrî 150 hezar ji ber êrîşan koçber bûn

NY‘yê ragihand ku di hefteya dawî de zêdeyî 150 hezar kes ji ber êrîşên rejîma Sûriyê û Rûyeyê ji herêmên bakur û rojavayê Sûriyê derketin.

NY: Di hefteya dawî de zêdetrî 150 hezar ji ber êrîşan koçber bûn
7 gulan, 2019   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî NY‘yê ji ber topbaran û bombebarana hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê ku ev hefteyeke bi dijwarî pêk tê 152 hezar kes ber bi herêmên bi ewle ve derketin.

Çeteyên koma Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) yên girêdaya dewleta Tirk a dagirker Idlibê û beşên ji parêzgeha Heleb, Hema û Hemayê xistin bin kontrola xwe.

 Di 17’ê Îlonê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hevpeymanek li ser herêmeke bêçek çêkir ku ji parêzgehên Lazqiyê, Heleb, Idlib û Hemayê pêk tê.

Li gorî hevpeymanê diviyabû ku Tirkiye heta 10’ê Cotmehê çekên giran ji destê çeteyên li wan herêman bigire û heta 15’ê mehê çeteyan ji wir derxistibana. Lê Tirkiye peyman dewam nekir.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres bang li hemû aliyan kir rêzê bidin qanûnên navdewletî û parastina sivîlan.