Talîbanê hevdîtinên bi DYA’yê re rawestandin

Tevgera Talîbanê hevdîtinên ku li Dewhayê bi DYA’yê re pêk tîne, bi sedema nakokiyên der barê dema vekişîna hêzên DYA’yê ji Afganistanê, bi awayekî demkî rawestandin.

Talîbanê hevdîtinên bi DYA’yê re rawestandin
6 gulan, 2019   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê siyasî yê tevgera Talîbanê li Dewhayê Sûhêl Şahîn, roja yekemîn a meha Remezanê li ser hesabê xwe yê Twitterê got hevdîtin tên rawestandin û dê di roja sêşemê de careke din dest pê bikin.

Têkildarî mijarê gerîndeyê Navenda Lêkolînên Strajîk ên Şer û Alîkariyên Mirovî li Dewhayê Siltan Berekat ji AFP`ê re got hevdîtin dê roja sêşemê dîsa dest pê bikin, her wiha dan û standinên berê wek "gaveke baş" nirxandin.

(eh)