Li Qubasînê teqîn: 8 sivîl birîndar in

Di encama teqînekê de ku li bajarokê Qubasîn ê li bakurê bajarê Helebê pêk hat, 8 kes birîndar bûn.

Li Qubasînê teqîn: 8 sivîl birîndar in
6 gulan, 2019   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku motorsîklêtek li Sûka Pez a bajarê Qubasînê ku li bakurê bajarê Helebê ye, teqiya û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Qubasîn ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Her wiha li Qubasînê şer di navbera komên girêdayî Tirkiyê de rû didin. Tê zanîn ku piraniya şêniyên wê Kurd in lê dagirkeriya Tirkiyê demografiya bajarok guherand û di encamê de Kurd koçber bûn.

(eh) 

ANHA