ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.05.2019
6 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Mala Êzidî 25 kes ji zarok û jinên Êzidî yên ku QSD`ê rizgar kirine, li Mala Êzidî ya li gundê Berzan ê Kantona Hesekê radestî Meclisa Şengalê dike saet 09:00.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Miheyedîn Şêx Alî destnîşan kir ku Komxebata Êlên Sûriyê gavek ji bo şiyarkirina gelê Sûriyê bû. Şêx Alî ji civaka navdewletî û hêzên navdewletî re diyar kir ku çareseriya Sûriyê li Sûriyê pêkane û MSD`ê civaka Sûrî li hev civand.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberê Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî Mehmûd Derwîş diyar kir ku ji 2018 heta niha ve 11 sivîl di nav de zarok li ser sînor ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarê Sûriyê Mihemed El-Hiwêdî encamên komxebata li Eyn Îsayê bi belgeyeke niştimanî guncaw e bi nav kir û destnîşan kir ku daxuyaniyên Rûsya yên der barê komxebatê de dihêle ku Erdogan ê ku di hundirîn û derve de tevlihev bûye, bi peymana S 400 ve girêdayî bimîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Çalakiya Kongreya Star a Helebê ya bi armanca piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê de di roja xwe ya duyemîn de li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Eyşe Efendî got bêdengiya hêzên navneteweyî li hember çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven tê wateya ku hîn komplo li ser gelê Kurd berdewam e û teqez kir ku çalakiya Leyla Guven ber bi serkeftinê ve diçe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên pembo yên gundewarê rojhilatê Reqayê li gel metirsiyên vegera kurmika bistirî, dest bi çandina hilberîna pembo kirin. Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê diyar kir ku ew hewl didin di vê mewsimê de derman ji cotkaran re peyda bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kantona Kobanê yekemîna roja Remezanê bi hêviya ku sala xêr û hezkirinê be pêşwazî dikin. Lê buhabûba kelûpelan li gel şêniyan pirsgirêk e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA