45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin

Ji ber keda wan mezin di xebatên perwerdekirinê de, 45 mamosteyên herêma Tebqayê bi merasîmekê hatin xelatkirin.

45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
45 mamosteyên Tebqayê hatin xelatkirin
4 gulan, 2019   14:09
TEBQA

Yekîtiya Mamosteyan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya li herêma Tebqayê, bi armanca xelatkirina 45 mamosteyên 20 dibistanan herêma Tebqayê ji ber keda wan a xebatên perwerdeyê de bi dirûşmeya "Mamoste xwedî kedeke mezin in, bi daneya wan nifş tên avakirin û netew pêş dikevin", merasîmê xelatdayîn lidar xist.

Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate lidarxistin, hevsrokên Meclisa Zagonsaz Hamid Ferec û Rewşen Hemê her wiha bi dehan ji mamosteyên Tebqa û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma xelatdayînê de axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ferec got :"Em di merheleya pêşxistina hişmendiyê de ne, nemaze piştî ku komên çete fikrê xwe yê tundra di nava civakê de belav kirbû. Erka guhertina hişmendiyê ji mamosteyan tê xwestin, bi taybet ji ber dê nifşên pêşerojê li gor piransîpên netewa demokratîk ava bikin. "

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm Îbrahîm ku bavê şehîd Ehmed Ebû Rîş e axivî û bal kişand, ku şerê rizgarkirina hişmendiyê ji fikirinê tundrew ji şerê çekdarî ku şêniyan li dijî DAIŞ'ê kirin ne kêm e.

Di berdewama merasmê de, hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Rewaa Rûmî axivî û bal kişand ser keda mamosteyan, piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan.

Her wiha hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Salih El-Salih axivî û spasiya hemû mamosteyên ku ked, ji bo derxistina xwendekaran ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve birin kir.

Merasîm bi balavkirina spasnameyan li 45 mamosteyan bi dawî bû.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê ji zêdetirî 2 hezar mamosteyên pêk tê, ku 47 hezar xwendekarên di 197 dibistanên hersê astan de perwerde dikin.

(eh)

ANHA