Pentagonê gef li Tirkiyê xwarin

Pentagonê gef li Enqereyê xwarin ku ew ê ji kokê de Tirkiyê ji projeya balafirên şer ên F-35 rake, eger Tirkiye pergala parastina hewayî S-400 a Rûsyayê bikire.

Pentagonê gef li Tirkiyê xwarin
4 gulan, 2019   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

 Cîgirê wezîrê parastiniyê yê DYA’yê Patrich Chanahan got ew ê welatê wan ji kokê de Tirkiyê ji projeya bikirên balafirên şer ên F-35 rake, eger Enqere pergala parastina hewayî S-400 a Rûsyayê bikire.

Chanahan ji rojnemevanan re got ew ê rewşa têkildarî beşdarbûna Tirkiyê di vê projeyê de bi fermandariyên şîrketa United Technologies û Lockheed Martin re nîqaş bike. Her wiha destnîşan kir ku helwesta DYA’yê piştî vê hevdîtinê naguhere û Washington tu tawîzan ji Tirkiyê re pêşkêş nake.

Chanahan diyar kir ku divê Enqere ji F-35 û S-400’an yekê hilbijêre.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Enqere dixwaze zêdetirî 100 balafirên F-35 bikire, ew yek jî di çarçoveya projeya F-35’an de bi sponseriya DYA`yê û di sala 2002’yan de Tirkiye tev lê bû.

Tirkiyê hevpeymana sîstema parastina hewayî ya S-400 di Kanûna 2017`an de îmze kir, di gavekê de ku hişt nakokiyên leşkerî di navbera Tirkiye, endamên NATO’yê û Rûsyayê de kûrtir bûn.

(jo)