Artêşa Tirk gundên Şera topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike. Her wiha balafirên keşfê li ser asîmanê herêmê digerin.

Artêşa Tirk gundên Şera topbaran dike
4 gulan, 2019   10:53
EFRÎN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku saet di 12:30`an de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi topbarana li ser gundên Malikiyê, Şewarxe û Teneb kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku heta niha zêdetirî 30 topên hewanê li wan gundan ketine û topbarana bêserûber heta van kêliyan didome.

Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser asîmanê herêmê digerin.

(bx)

ANHA