ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.05.2019
4 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Hesekê û bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê dadikevin qadan. (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar li derdora Efrînê dan û bang li civaka navdewletî kirin li hemberî hewldanên dagirkeriya Tirkiyê yên qutkirina Efrîn ji Sûriyê  tevbigire. (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Tenduristî û Hawirdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina yekemîn Kongreya Tenduristiyê dike. (BIWÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Kurd derseke baş didin Osmaniyên nû, gelo welatên Afrîkayê dê li hemberî wê çi bikin?

JIN

-Kongreya Star a Kontona Kobanê ji bo piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan çalakiyekê li ber avahiya kongreyê li dar dixe, saet 11:00. (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Di çarçoveya Şoreşa Rojava de gelek malbatan cihê xwe di nava her qadên têkoşînê de girtin û li hemberî êrîşan sekinîn û soza domandina berxwedanê dane. Malbata dayika Sebah yek ji mînakên malbatên berxwedêr ên taxa Şêxmeqsûdê ye. (BIWÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Girê Spî meşekê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwaran li derdora Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve lidar dixe, saet 11:00. (BIWÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Piştî rexneyên şêniyan, Şaredariya Gel navçeya Zerganê ya Serêkaniyê soz da ku dê demeke nêzîk de dermanên pêşuyan belav bikin. (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber zewaca xizman li ser asta cîhanê gelek pirsgirêkên mezin derdikevin. Ji ber vê diyardeyê 8 endamên malbata Osman Hesen astengdar in. (BIWÊNE Û DÎMEN)

ANHA