‘Rizgarkirina Efrînê erkekî mirovî ye‘

Rêveberiyê meclîsên herêmî û şaredariyên gundewarên Dêrazorê bi daxuyaniyekî diyar kirin  ku armanca Tirkiyê Efrîn veguherîne herêmeke Tirkî mîna Îskenderon û got, rizgarkirina Efrînê erkekî mirovî ye.

‘Rizgarkirina Efrînê erkekî mirovî ye‘
2 gulan, 2019   13:57
DÊRAZOR

Endamên meclis û şaredariyên gundewarên Dêrazorê li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeya Kisrayê kom bû û têkildarî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê û lêkirina dîwar li derdora Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî ya cîhanê re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku dewelta Tirk a dagirker di 20‘ê Çileya sala derbasbûyî de dest bi êrîşên Ii ser Efrînê kir, li hemberî wê berxwedaniyeke efsanewî ku 58 rojan dom kir, hate meşandin û wiha hate domandin "Şêniyên Efrînê bi jin, zarok û zilamên xwe bi rihekî geş seferber bûn û li hemberî artêşa Tirk a dagirker sekinîn. Planên ku berê ji bo dagirkirina Efrînê hatibû kirin êdî ji tevahî cîhanê re eşkere bû. Piştre jî ji aliyê faşizmayê ve li pêşberî raya giştî ya cîhanê rêzexelekên sûcan ji rijandina xîwna sivîlan, heta guhertina demogfrafîk a plankirî û talankirina milkan destpê kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser lêkirina dîwarê bi armanca qutkirinê li derdora Efrînê û wiha hate gotin "Ev yek ji hewldanên Tirkiyê yên asîmîlekirina bajarê Efrînê ya Sûriye ye, ji siyaseta ku li Îskenderon da meşandin dûr nine. Tirkiyê hemû peymanên navdewletî û pîvanên mirovî binpê dike. Çanda me çanda berxwedanê ye, yanî kuştindûrxistina gelê me. Gelo heta kengî dê rêxitinên têkildarî mafê mirovan ji kuştina zarokên me bêdeng bin, ma zarokên çi guneh kiribûn heta werin qetilkirin û jinên me bi çi gunehî hatin koçberkirin, gunehê me çi ye ku em bibin fatoreya plan û peymanên hêzên mêtînger û kapîtalîst.

Bila tevahî cîhan nas bike û dîrok binvisîne ku li ser buhisteke axa Efrînê dê şaxên zeytûnê geş bibe, dê zarokên me li ber xwe bidin û banga mafê xwe bikin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî êrîşên barber ên serdema nûjen li kêleka me bin.

Rizgarkirina Efrîn erekeke mirovî ye, jiyana mirovekî erka me ye, Efrîn qîrîn e û dê ti çarî neşkê, lê belê dê waneykê bide faşizmê."

Di dawiya daxuyaniya meclisên herêmî û şaredariyan gundewarên Dêrazorê hate gotin: "Em meclisên herêmên ku nûnertiya xelkê Dêrazorê dikin piştgiriya berxwedana Efrînê dikin, ji ber rakirina zulma li ser Efrînê di heman demê de rakirina zulma li ser zarokên me ye."

ANHA