Di navbera Îsraîl û Xezayê de şer, li Difa El-Xerbiyê jî 17 filistînî hatin girtin

Balafiran artêşa Îsraîlê deverên komên filistînî yên li Xezayê bombebaran kirin. komên filistinî jî bersiv dan û 2 mûşek avêtin bajarên Îsraîlê. Her wiha li Difa El-Xerbiyê jî artêşê 17 filistînî girtin. 

Di navbera Îsraîl û Xezayê de şer, li Difa El-Xerbiyê jî 17 filistînî hatin girtin
2 gulan, 2019   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Xezayê got li hemberî avêtina nepoxên şewatê ji Xezayê ber bi bajarên Îsraîlê, artêşa Îsraîlê deverên komên filistinî li Xezayê bombebaran kirin. Di encamê de de tu  ziyan çênebûn.

Nûçegihanê li axaftina xwe zêde kir û got komên filistinî jî bersiva bombebarankirinê bi 2 mûşekên ku li herêmên vekirî yên bajarên Îsraîlê ketin, dan.

Her wiha  nûçegihanê me ku agahiyên xwe spart çavkaniyên filistinî, ragihand ku artêşa Îsraîlê, vê sibê dema dest bi pêngava girtinên li herêmên cuda yên Difa El-Xerbiyê kirin, piştî ku mal û milkên şêniyên wêran kirin 17 kesên filistinî girtin.

 (eh)