Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast

Bêrîvan Hemûş wênexêzek ji Efrînê ye. Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast û beşdarî gelek pêşengehan dibe. Wek bersîvdayînek a ji dagirkeriya Tirk re şêwaza xwe diguhêre û xwezaya Efrînê xêz dike.

Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast
Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast
Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast
Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast
Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast
Bêrîvanê di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast
2 gulan, 2019   05:17
HELEB-EHMED REŞÎD

Wênexêz Bêrîvan Hemûş a 28 salî ji şêniyên gundê Zarko yê girêdayî navçeya Reco ya kantona Efrînê ye û niştecihê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Bêrîvan ji Fekulteya Huneran a Helebê derçûye.

Afrêneriya hunerî ya Bêrîvanê di asta amadehî de destpê kiriye, bi taybet piştî ku beşdarî gelek pêşengehan bû. Ji ber ku pir ji wênxêziyê hezdikir, di zanîngeha Helebê de fekulteya hunerên ciwan dixwîne. Bêrîvanê di sala 2010`an de bi destpêkirina çirûska aloziya Sûriyê re xwendina xwe qedand.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û dijwarbûna êrîşan li ser taxa Şêxmeqsûdê re, Bêrîvan caranan li mal dima û carnan di jêrzemînan de. Lê dîsa jî dest ji xêzkirina tabloyên girêdayî rewşa taxê û azarên şêniyan bernade.

Tablo û pêşengehên ku beşdar bûye

Piştî dijwarbûna şertên jiyanî di encama dorpêça ku koma çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li ser taxê ferz kiriye, Bêrîvan berê xwe dide peytexta Lubnanê Beyrûtê û bi berhemên xwe beşdarî pêşengan dibe. Di werşeyên xêzkirinê de dixebite. Di Çileya 2013`an de vedigere taxê û li dû xwe berhemên xwe dihêle.

Heta niha Bêrîvanê 50 tabloyên girêdayî serpêhatiyên koçberiya şêniyên taxa Şêxmeqsûdê, piştî topbaranê, kolanên vala û çawa tax veguherî bajarê acineyan, xêz kiriye.

Cara duyemîn Bêrîvan ji taxê derdikeve û berê xwe dide Efrînê. Li wir ji nû ve dest bi hunera xwe dike û beşdarî pêşengehan dibe. Lê ji ber şertên jiyanî yên dijwar berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û li Ruhayê bi cih dibe.

Bêrîvan derdora salekê û 8 mehan li wir dimîne û dest ji hunera xwe bernada. Bêrîvan beşdarî gelek pêşengehan dibe û gelek tabloyên xwe rêdike Beyrûtê da ku di pêşengehên wir de bên pêşandan. Li rex wê wek mamosteya wêneyê dixebite tevî werşeyên desteka derûnî dibe.

Piştî wê Bêrîvan carek din vedigere Efrînê û dibe endama Navenda Çiyayê Kurmênc a Çand û Hunerê. Weke destekek manewî tevî hevalên xwe beşdarî hemleya xêzkirina li ser dîwarên dibistanên Efrînê dibe.

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê, Bêrîvan mîna şêniyên Efrînê karê xwe berdide û li rex şêniyan xwarinê ji şervanan re amade dike. Bêrîvan alîkariya şêniyên gundên ser sînor ên di jêrzemînan û alîkariya birîndaran jî dike.

Bêrîvanê got: “Ji bûyerên herî dijwar ku di xêzkirinê de rastî min hat, xêzkirina rûyên şêniyan bû. Min  tabloyên portre çênekir. Ji ber ku mîn dît çawa rûyên sivîlan di encama topbaran dagirkeriyê de çelexwarî bûne û bi xwînê lekekirî ne. Her wiha piştî ku mask ji rûyê dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî li hember Efrînê ketin."

Piştî binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê, koçberkirina şêniyên û birîna darên zeytûnê êdî Berîvan xwezayê bi firçeya xwe xêz dike. Di tabloyên xwe de tevahiya rengên ku Efrînê ciyawaz dikir bi kar tîne.

Bêrîvan dibêje: "Her çiqas xwezayê bişewtînin, lê darên zeytûnê di dilê her efrîniyekî de bi cih bûne.”

Vekirina yekemîn pêşengeha xwendekaran

Piştî ku Bêrîvan li taxa Şêxmeqsûd bi cih dibe û tev li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê dibe, pêşengehek bi navnîşan `Mûmên di tarîtiyê de` bi armanca pêşxistina behreyên xwendekaran vedike. 11 xwendekarên ji her du zayendan bi wêneyên cuda ku çiqila zeytûnê, zarok û gelek mijarên din xêz kirine beşdarî pêşangehê bûn.

(şx)

ANHA