Li Reqayê teqîn, tu zirar çênebûn

Îro êvara li bajarê Reqayê, bombeyek ku li ser piskilêtekê hatibû bicihkirin teqiya. Zirarên madî û manewî çênebûn.

Li Reqayê teqîn, tu zirar çênebûn
1 gulan, 2019   17:33
REQA

Nûçegihanên ajansa me ji Reqayê ragihandin ku îro êvara Çarşemê saet derdora 20:00`an li rex parka El-Reşîd a li navenda bajêr  bombeyek teqiya. Piştre diyar bû ku bombe ku li ser piskilêtekê hatiye bicihkirin û li rex peyareya parkê hatibû danîn. Di encama teqînê de tu zirar derneketin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê hewl didin ewlehiya herêmên rizgarkirî xirab bikin. Çete sivîlan dikin hedef. Hedefgirtina parka El-Reşîd a ku di vê demê de gelek şênî serdana wê dikin, isbata wê yekê ye.

(şx)

ANHA