Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin

Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê xwe ji DAIŞ`ê pîroz kirin. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û berhemên hûnerî hatin pêşkêşkirin.

Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr pîroz kirin
1 gulan, 2019   16:11
TEBQA

Şêniyên Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê xwe ji DAIŞ’ê pîroz kirin. Şahî li Bajarê Werzîşî li dar ket. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên QSD, YPJ û YPG`ê hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Torena leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û QSD`ê ve pêk hat. Karkerên Tebqayê bi wesayîtên xizmetguzariyê ku bi kar tînin, erebeyên agirkuj û paqijî  torenek pêşkêş kirin. Ji ber ku îro roja Cejna Karkeran a Cîhanî ye.

Di şahiyê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, yek ji fermandarên QSD`ê Mihemed El-Reûf, edamê Desteya  Hevserokatiya MSD`ê Ferhad Hemû û Cîgirê Hevserokatiya  Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivîn. Axêveran salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz kirin.

Fermendarê QSD`ê Mihemed El-Reûf tevahiya şehîdên ku bi saya wan herêm rizgar bû û DAIŞ têk birin, bi bîr anî.

El-Reûf teqez kir ku QSD dê şerên rizgarkirinê heya rizgarkirina bosta herî dawî ji xaka Sûriyê di serî de Efrîna dagirkirî, berdewam bike.

Di axaftinan de bi giştî hate destnîşankirin ku erka parastina ewlehiya herêmê li rex Hêzên Ewlehiya Hundirîn dikeve ser milê êlên Tebqayê û teqezî li pêwîstiya hevgirtinê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan hate kirin.

Axêveran bang li hikumeta Sûriyê û NY`î kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin, rê li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê li herêmên dagirkirî mîna Efrînê bigirin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

Di dirêjahiya şahiyê de gelek kom beşdar bûn û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Hunermend  Zîlan endama Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê, komên hunerî ji bajarên Koban, Hesekê û Minbicê, Koma Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê başdar bûn.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên komên beşdar bi dawî bû.

(şx)

ANHA