`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`

Şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê yên kantona Qamişlo diyar kirin ku dîroka mirovahiyê bi xwîna karkeran lekekirî ye. Her wiha destnîşan kirin ku şoreşa rizgariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa kerkar û kedkaran ên di bin sîwana Rêveberiya Sivîl de mafên xwe bidestxistine û erkên xwe tînin cih.

`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
`Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran e`
1 gulan, 2019   14:59
QAMIŞLO

Îro şêniyên her du navçeyên Til Birak û Til Hemîsê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanî li parka Şehîd Avesta Xabûr a navçeya Til Birakê şahiyek organize kirin. Bi sedan şêniyên her du navçeyan bi cilên xwe yên herêmî, endamên saziyên sivîl, QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navên Komîteya Kedkaran hevseroka komîteyê ya Til Birakê Mirdiyan Salih, Kongreya Star Sacide El-Elî û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê hevserokê meclisê Ehmed El-Ebewî axivîn.

Axêveran destnîşan kir ku dîroka mirovahiyê bi xwîn û keda karkeran lekekirî ye. Karker bi avaker, rûyê ronahîdar a welêt û hîma girîng ji bo pêkanîna xweşî, azadiya mirov û jiyana bi rûmet wesifandin. Her wiha destnîşan kirin ku bi saya çîna karker û kedkaran ewlehiya civakî û aborî pêk tê.

Piştî bidawîbûna axaftinan Koma Navenda Çandî ya navçeya Til Hemîsê, Koma Zarokên Aştiyê, Koma Stran ên girêdayî Navenda Çandî ya Til Hemîsê berhemên xwe yên hunerî pêşandan. Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên gelêrî bi dawî bû.

(şx)

ANHA