Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin

Li Dêrazorê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û rêbazên xurtkirina ewlehiyê civîneke berfireh hate lidarxistin.

Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin
Li Dêrazorê rêbazê xurtkirina parastinê hate nîqaşkirin
30 nîsan, 2019   17:39
DÊRAZOR

Li ser banga Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîneke berfireh ji bo nirxandina rewşa dawî û guhdarkirina daxwazên welatiyan, hate lidarxistin. Civîn li hola civînan a herêma Kisrayê bi amadebûna endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Hêzên Koalîsyona Navdewletî û rûspiyên Dêrazorê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî bi xêrhatina beşdaran kir û serkeftina QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir.

Mihemed Elî anî ziman ku serkeftina leşkerî avakirin bi dawî nabe û wiha domand: " Ji me tê xwestin ku me kedek hevpar pêk bînin da ku kaniya terorê zûha bikin û xebatên avakirina dewam bikin. Em ê ji cîhanê re îsbat bikin ku em dikarin bajarê xwe bi rêve bibin û bikin nimuneya biratiya gelan û aştiyê."

Mihemed Elî diyar kir ku hêzên ewlehiyê ji bo tinekirina şaneyên veşartî yên terorîstan kedeke mezin didin û bang li şênî û eşîreyên herêmê kir ku bi hêzên ewlekariyê re bibin hevkar da ku aştî û aramî xurt bibe.

Mihemed Elî wiha domand: "Em li pêşberî du pêvajoyan in, yek divê em hevkariya xwe xurt bikin da ku aramiyê bi afirînin, ya duyemîn jî pêvajoya jinûve avakirin û rêxistinkirinê ye. Li ser vî esasî em bang li kesên pirspor û zane yên civakê dikin ku ji bo serkeftina vê pêvajoya kar bikin."

Di dawiya civînê de beşdaran pirsgirêkên xwe anîn ziman û ji bo çareseririnê pêşniyar kirin. Her wiha diyar kirin ku erka mezin dikeve ser milê eşîreyan da ku civakî bi rêxistin bikin û pirsgirêkên civakê çareser bikin.

ANHA