Di topbarana li ser Şehbayê de herî kêm 5 sivîl birîndar bûn

Di topbaran leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li ser gundên Şehbayê ku heta niha didome de herî kêm 5 sivîl birîndar bûn.

Di topbarana li ser Şehbayê de herî kêm 5 sivîl birîndar bûn
30 nîsan, 2019   16:58
ŞEHBA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Ezazê xwe bi cih kirine gundên Beylûnê, Eyn Deqnê û derdora girê Til Rifetê bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanên me yên li Şehbayê diyar kirin ku di topbaranê de herî kêm 5 sivîl birîndar bûn, di nav de rewşên xeter hene.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Topbaran berdewam e.

ANHA