Li Reqa û Tebqayê mayîn teqiyan: Zarokek birîndar bû

Li bajarê Reqayê mayînek ji bermaniyên çeteyên DAIŞ‘ê bi zarokekî ve. Li Tebqayê jî mayîneke ku bi wesayîteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatibû bicihkirin teqiya.

Li Reqa û Tebqayê mayîn teqiyan: Zarokek birîndar bû
Li Reqa û Tebqayê mayîn teqiyan: Zarokek birîndar bû
29 nîsan, 2019   18:53
REQA

Îro di destên êvarî de li taxa Ferdûs a bakurrojhilatê bajarê Reqayê mayînek ji bermaniyên çeteyên DAIŞ‘ê bi zarokê bi navê Îsmaîl Mustefa El-Mihêmîd (15)  dema ku bi mayîn dilîst teqiya û zarok birîndar bû.

Tîma Destwerdana Lezgîn zarokê birîndar rakirin nexweşxaneya Firatê. Der barê rewşa wî agahî nehatin bidestxistin.

Li taxa Meqasim a rojavayê bajarê Tebqayê jî vê êvarê mayînek ku bi wesayeteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatibû bicihkirin teqiya. Hate gotin ku ti ziyan negihiştin endamên hêzên ewlekariyê.

ANHA