QSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt

Şervanên QSD‘ê li gundewarê Dêrazorê bi çalakiyekê şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê girt.

QSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt
29 nîsan, 2019   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî QSD‘ê dane ANHA‘yê,  şervanên QSD‘ê di 25‘ê Nîsanê de li herêma Cirdî ya gundewarên Dêrazorê çalakiyeke bi banodr li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê pêk anîn. Di çalakiya ku piştî komkirina agahiyan û şopandinê pêk hatî de 6 çeteyên berpiryarên plankirin pêkanîna teqînan hatin girtin.

Heman çavkaniyî diyar kir ku çalakî bi serkeftî bi encam bû, tu windahiyên sivîl û şervanan çênebûn, her wiha rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê yên şaneyê hatin desteserkirin.

ANHA