Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zerganê bi meşekê lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê ji Sûriyê şermezar kirin.

Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan
Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan
Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan
Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan
Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan
Li Zirganê bi hezaran li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê meşiyan
29 nîsan, 2019   13:33
HESEKÊ

Bi diruşma "Em ê berxwedanê mezin bikin, dîwar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" îro bi hezaran şêniyên kantona Hesekê (Serêkaniyê, navçeyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zerganê) ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker meşeke girseyê li navçeya Zirganê li dar xistin.

Meş ji ber Stada Şehîd Rûbar a navçeya Zerganê dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Zarokên Efrînê rizgar bikin, ka wijdanê mirovahiyê" hilda bûn û diruşmên şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirk berz kirin.

Meş li ber qada Mizgefta Mezin ku dikeve ya avenda navçeyê rawestiyan, li vir deqeyeke rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.

Li ser navê Koordînasyona Kongerya Star a Kantona Hesekê Şukriya Mihemd û hevserokê Têkiliyên Dîplomatîk ê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a şaxê Hesekê Ciwan Îso axivîn.

Kesên axivîn binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirina Efrîn ji Sûriyê, her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kesên axivîn bêdengiya raya giştî ya cîhanê ji rewşa girtiyan û çalkgerên grevên biçîbûnê şermezar kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku bûyerên ku li Efrînê rû dide, komployeke dagirkirin e, armanc jê ew e ku Efrîn tevlî Tirkiyê bike. Her wiha hate destnîşankirin ku  "Xwîna şehîdan ku xaka Efrînê avdan wê wekî sembol bimîne, em gav paş de navêjin û radest nabin, em ji dagirkeran re dibêjin ku xeyalên dagirkeran pêk nayên."

Kesên axivîn berxwedana şervanên QSD‘ê ya li dijî terorê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê silav kirin.

Xwepêşandan bi sloganên silavkirina berxwedana Efrînê û banga yekîtiya gelê Sûriyê bi dawî bû.

(fr/eh)

ANHA