Hemas gefên bilindkirina şer dixwe û artêşa Îsraîlê xwe amade dike

Şîrovekarekî leşkerî yê ji Îsralê got tevgera Hemas baweriyê pê nayne ku Îsraîl xalên agirbestê pêk bîne û destnîşan kir ku ji bo meşên li ser sînorê Xezayê û çalakiyên wê, ji nû ve xwe amade dike.

Hemas gefên bilindkirina şer dixwe û artêşa Îsraîlê xwe amade dike
23 nîsan, 2019   11:16
XEZA

Şîrovekar Emîr Bexbût di malpera Wala ya Îsraîlê de destnîşan kir ku serokê Buroya Siyasî ya Hemasê li Xezayê Yehya El-Siwar girêdayîbûna xwe bi Peymana Sedsalê nake û gefên vegera lidarxistina xwepêşandanên mezin li dijî Îsraîlê li Xezayê xwarin.

Her wiha da zanîn ku sînorê Xezayê cihê herî tevlihev e, tevî ku di dema hilbijartinên Îsraîlê de bêdengiyekê li herêmê rû da.

Ev çend hefte ne bêdengiyeke meydanî di navbera Xeza û Îsraîlê de heye. Tevgera Hemas xwepêşandanên li ser sînor, sînordar dike piştî ku Misrê bêdengî di navbera her du aliyan de beriya hilbijartinên Îsraîlê pêk anî.

(jo)