HRE: Li Ezazê berpirsekî MÎT’ê hate kuştin

HRE’yê eşkere kir ku di çalakya wan a duh de li Ezazê 2 çete hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûne. HRE’yê diyar kir ku ji kuştiyan yek, berpirsê maseya Sûriyê ya îstixbarata Tirkiyê MÎT’ê ye.

HRE: Li Ezazê berpirsekî MÎT’ê hate kuştin
23 nîsan, 2019   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) îro bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyand ku duh li Ezazê li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîne û di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. HRE’yê destnîşan kir ku ji kuştiyan yek, berpirsê maseya Sûriyê ya îstixbarata Tirkiyê (MÎT) bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: 

“Di çarçoveya pêngava çalakiyên rizgarkirina Efrinê de ku ji aliyê hêzên me ve hatiye ragihandin û ji bo tolhildana şehîdên berxwedana Efrînê, şervanên me bi çalakiyeke taybet derbe li MÎT’a Tirk û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê dan.

Di 22’yê Nîsanê de, piştî şopandineke demdirêj şervanên me çalakiyeke taybet li hember baregeha hevbeş a MÎT’a Tirk û hêza îstixbaratê ya çeteyên bi navê Arteşa Nîştîmanî ya li bajarê Ezazê, li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete ku yek ji wan berpirsê maseya Sûriyê ya MÎT’a Tirk li Sûriyê bû, hat kuştin û 7 çete jî giran birîndar bûn.”