Ji ber mercên hewa yên nebaş li Minbicê pêkanîna projeyên xizmetê dereng dikevin

Guhertinên domdar ên rewşa hawayê yên îsal, bandor li xebatên Şsredariya Gel a Minbicê kir. Di encama barîna baranê de projeyên xizmetguzariyê yên ku dihatin payîn di dawiya Sibatê de temam bibin, dereng man. Şaredarî xebatên xwe yên lezgîn ên toreyên çêkirina kanalîzasyonê didomîne.

Ji ber mercên hewa yên nebaş li Minbicê pêkanîna projeyên xizmetê dereng dikevin
23 nîsan, 2019   08:08
MINBIC

Rewşa hewa îsal rastî guhertinên mezin tê. Li piraniya Sûriyê û dewletên cîran ev rewş serwer bû. Di meha Nîsanê de guhertinên rewşa hawayê kêm dibin û ber bi dawiya mehê ve namînin. Lê îsal ji sala par cudatir e. Baran heya niha bi awayekî zêde dibare. Ji ber wê gelek projeyên xizmetguzariyê heya rewş germ bibe, taloq bûne.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim El-Ebûd destnîşan kir ku ji ber rewşa hawa ya guherbar gelek projeyên ku şaredariyê di destpêka meha Nîsanê de dabûn destpêkirin, li gorî plana demê ku jê re hatiye diyarkirin, pêk nehatine.

El-Ebûd hindek projeyên ku têne meşandin, bi bîr xistin û got: “Mîna berfirehkirina rêya Heleb-Hesekê, projeya Çerxerêya El-Beraêm, projeya kanalîzasyonê li kolana Nexweşxaneya El-Hikme û Geraca El-Bolman li taxa El-Hezwane têne meşandin. Hindek ji van projeyan dihatin payîn ku di meha Sibatê de bi dawî bibin. Dê ev proje heta arambûna rewşa hawa temam bibin.”

Têkildarî projeya qîrkirinê El-Ebûd destnîşan kir ku ew her sal di destpêka meha Nîsanê de heya Mijdarê dest bi qîrkirina rêyan dikin û wiha pê de çû: “Lê ji ber rewşa hewa, rewş cuda ye. Ji ber ku pîleyên germahiyê û baran rê li pêşiya xebatên me digirin.”

El-Ebûd wiha domand: "Xebata qîrkirina rêyan heya arambûna rewşa hewa dê werin taloqkirin. Ji ber ku bandorê li kar dike. Em hêvî dikin ku di navîna meha bê de rewş guncaw bibe."

El-Ebûd diyar kir ku xebatên wan di warê toreyên kanalîzasyonê de didome û wiha pê de çû: "Toreyên kanalîzasyonê yên Minbicê temenê xwe yê fenî derbas kirine. Her wiha bi armanca xizmeta 100 hezar kesî hatibûn pêkanîn, lê niha serjimariya Minbicê 700 hezar e."

Di dawiyê de El-Ebûd tekez kir ku Şaredariya Gel a Minbicê dê hewl bide xebatan pêşkêşî şêniyên bajêr û gundewaran bike. El-Ebûd destnîşan kir ku ji ber lêçûna zêde ya guhertinên giştî, xebatên wan di çarçoveya guhertinên beşî de dimînin.

(şx)

ANHA