Biryarên siyasî yên rejîma Sûriyê sedema krîza benzînê ne

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re sedemên veşartî yên krîza benzînê li herêmên di bin serweriya rejîmê de eşkere kirin û got sedema krîzê biryarên siyasî yên rejîma Sûriyê ne.

Biryarên siyasî yên rejîma Sûriyê sedema krîza benzînê ne
23 nîsan, 2019   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Sûriyê bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê rastiyan berovajî dike da ku kirinên xwe yên li dijî gelê Sûriyê veşêre. Li parêzgehên di bin serweriya rêjîmê de wekî Şam û Laziqiye û gelek deverên din krîza (qeyran) benzînê heye. Şênî di dorên dirêj de li ber navendên sotemaniyê disekinin û bi zehmetî bi dest dixin. Gelek caran jî nikarin peyda bikin.

Çapemeniya girêdayî rejîmê sedema vê yekê vedigerîne "komployan.” Lê di rastiyê de sedema nebûn an jî kêmbûna benzînê biryarên siyasî yên rejîma Sûriyê ne. Yek ji biryarên dawîn ên rejîma Sûriyê jî negirtina benzînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re diyar kir ku rejîma Sûriyê hewl dide bi rêya wernegirtina petrola xam û benzîna nepaqij ji herêma Cizîrê, ambargoyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dike. Rejîm vê yekê bi rêya bazirganên ku xizmeta rayedarên rejîmê dikin an jî bazirganên herêmî dike.

Piştî hevdîtinên bi Tirkiyê re rejîmê dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re sekinandin

Girêdayî mijara lihevkirinên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de, berpirsekî ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji ajansa me re diyar kir ku rejîmê piştî hevdîtinên veşartî û eşkere bi Tirkiyê re, dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re sekinandin. Her wiha destnîşan kir ku tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya çareseriyê pêşkêş kiriye. Nexşerêya çareseriyê dê gelê Sûriyê ji krîzê xilas bike û mafên hemû pêkhateyan diparêze, lê rejîma Sûriyê naxwaze bersiva rêyên çareseriyê bide. Rejîm hişmendiya xwe ya desthilatdar û neqebûlkirina aliyên din bernade û xwe li hêzên dagirker digire.

ANHA