Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên Srî Lankayê gihaşt 310 kesan

Li gorî berdevkê polîsên Srî Lankayê, hejmara qurbaniyên rêzeteqînên di cejna xiristiyanên a Paskalyayê li Srî Lankayê de gihaşt 310 kuştiyan.

Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên Srî Lankayê gihaşt 310 kesan
23 nîsan, 2019   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa AFP`ê ragihand ku berdevkê polîsan li Srî Lankayê Ruan Gonasekera di daxuyaniyekê de gotiye ku di vê pêvajoyê de hikumetê 40 kesên ku destê wan di teqînan ji hêla komên rêxistina Cemat El-Tewhîd a Wetenî ve hatine kirin, di lêpirsînê re derbas kirine.

Hejmara berê hate diyarkirin, 290 kes mirî û 500 birîndar bûn.

Li Srî Lankayê di roja şînê ya neteweyî anku roja sêşemê 3 deqeyan ji bo rihê qurbaniyan rêz girt.

Li dêra pîroz Antonius a li Kolomboyê ku yekemîn êrîşa xwekujî roja yekşemê pêk hat, bi dehan kes kom bûn û find pêxistin.

(jo)