Senherîb Bersûm: Divê çareseriyek siyasî bi sponseriya NY’î pêk were

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe. Bersûm got divê civaka navdewletî zextê li tevahiya aliyan bike da ku çareseriya siyasî li Sûriyê bi sponseriya NY`î û pêkanîna biryarên navdewletî aktîv bibe.

Senherîb Bersûm: Divê çareseriyek siyasî bi sponseriya NY’î pêk were
23 nîsan, 2019   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm geşedanên siyasî yên dawîn li ser qada Sûriyê, bandora berjewendiyên herêmî û navdewletî li ser çareseriya aloziyê û makenîzmeya dûrxistina destwerdana derve nirxand.

 Bersûm destnîşan kir ku destwerdana herêmî û navdewletî xizmeta gelê Sûriyê û daxwazên wê yên azadî û demokrasiyê nake. Bersûm got: “Siyasetên Tirkiyê li dijî gelê Kurd, tenê siyasetên mêtîngerî ne û xizmeta gelê Sûriyê nake. Berovajî wê azar û aloziyê zêde dike.”

Bersûm gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji aliyekî ve civaka navdewletî, ji aliyê din ve rejîma Sûriyê û hevalbendên wê li dijî destwerdanên Tirkiyê bêdengin. Kiryarên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî pêk tên. Lihevkirinên ku herêmên Sûriyê kirine hedef, mîna Astanayê berjewedniya Tirkiyê, Îran û Rûsyayê li ser hesabê gel û xaka Sûriyê pêk hatin û tu çareseriyek bi xwe re neanî ku xizmeta gelê Sûriyê bike.”

Bersûm di derbarê mijara israra Tirkiyê ya ji bo avakirina herêma “ewle” wiha axivî: “Israra Tirkiyê ji bo avakirina herêma ewle wek encama şikestina DAIŞ`ê ye. Ev serkeftin tê wateya serkeftina gel li ser planên AKP`ê. Her wiha tê wateya windabûna (têkçûna) projeya Tirkiyê ya li Sûriyê."

Girêdayî herêma “ewle” ku Tirkiye hewl dide ava bike Bersûm wiha got: "Herêma ku Tirkiye ji Kosalîsyonê dixwaze ava bike, bi armanca hêsankirina dagirkirina xaka Sûriyê ye. Me berê teqez kiribû ku em hebûn û rola Tirkiyê di herêma ku qala wê tê kirin red dikin. Tirkiye gelek binpêkirin li herêmên ku dagir kirine pêk tîne. Li ser gelê herêmê siyaseta asîmlasyon, mêtîngerî û koçberkirinê dide meşandin. Ji gelê Sûriyê û tevahiya aliyên opozîsyonê tê xwestin ku li hember siyasetênTirkiyê yên mêtîngerî bisekinin."

Bersûm bandora hevpeymanên di nabera Tirkiye û Rûsyayê û nakokiyên di navbera Tirkiye-Amerîka-NATO’yê, li ser Sûriyê wiha nirxand: “Tirkiye hewl dide bi riya têkiliyên xwe bi NATO`yê re ji aliyekî û ji aliyekî din bi Rûsyayê re mîna lihevkirina Astanayê sûd bigire. Her wiha Tirkiyê bi riya vê siyasetê û projeyên bi her du aliyên Rûsî û Amerîkî re hewl dide destekeftiyan li ser hesabê gel bi dest bixe."

Bersûm gotinên xwe wiha domand: "Lê Amerîka û Rûsya ji siyasetên Tirkiyê yên dualî ne razî ne, heta gelê Tirk jî. Cezayên Amerîkî, serhildana gelê Tirk, partiyên siyasî û têkçûna AKP`ê di hilbijartinên herêmî de binketina vê siyasetê nîşan didin."

Bersûm tekez kir ku Tirkiye derbasî rewşek aloz bûye û wiha pê de çû: “Dê bi awayekî yekser bandorê li Sûriyê bike. Ji ber ku Tirkiyê hewl dide bi riya siyasetên xwe yên li Sûriyê aloziya xwe ya hundirîn û aborî derbasî derve bike.”

Bersûm girêdayî pêşeroja Sûriyê ev tişt anî ziman: "Rewşa Sûriyê li gel ewqas destwerdanên herêmî û navdewletî girêktir dibe û li pêşiya çareseriya siyasî rastî gelek astengiyan tê.”

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm wiha got: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li tevahiya aliyan bikin da ku bi sponseriya NY’î çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyê re bibînin. Aloziyê bi pêkanîna biryarên navdewletî çareser bikin.”

(şx)

ANHA