‘Rûsya û rejîm li herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de nikarin operasyonan li dar bixin’

Hîna çeteyên DAIŞ`ê 4 hezar kîlometre çargoşe ji beyara Sûriyê kontrol dikin. Her wiha êrîşan li dijî cihên hêzên rejîmê li dar dixe û di mehekê de nêzî 70 kesî ji rejîmê kuştin, di demeke wisa de ku Rûsya û hêzên rejîmê nikarin di vê berfirehiyê de çalakiyên leşkerî li dar bixin.

‘Rûsya û rejîm li herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de nikarin operasyonan li dar bixin’
22 nîsan, 2019   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di meha çûyî de êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê çavdêrî kirin û di raporeke xwe de wiha got: "Di wextekê de ku Rûsya û hêzên rejîmê û yên Îranê nikarin çalakiyên leşkerî li erdnîgariya mezin ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Cebil Ebo Recmîn a bakurê rojhilatê Tedmûrê heta bejahiya rojavayê Dêrazorê kontrol kiriye, pêk bînin anku di berfirehiyeke heta 4 hezar kîlometre çargoşe de rêxistin li dijî baregehên hêzên rejîmê li herêmên cuda li beyara Sûriyê êrîşan pêk tîne.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wê di herêmên rojavayê çemê Firatê û li beyara Sûriyê ji dema ragihandina Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê serkeftina li ser DAIŞ`ê di 23`yê Adarê de, çavdêrî kir.

Navendê di rapora xwe de wiha got: "Rêxistinê ji dema ragihandina serkeftina fermî li rojhilatê Firatê li ser DAIŞ’ê, bi rêya bilindkirina asta êrîşên xwe li ser xaka Sûriyê, nameyan ji civaka navneteweyî re dişîne. Tevî ku asta çalakiyên xwe li herêmên di bin kontrola QSD`ê de kêm kiriye, lê li herêmên rojavayê Firatê û beyara Sûriyê êrîşên xwe li berfirehiya 4 hezar kîlometre çargoşe zêde kiriye.”

Navendê ji 24`ê Adarê heta 20`ê Nîsanê windahiyên mirovî belge kirin û diyar kir ku herî kêm 69 endamên hêzên rejîmê hatine kuştin.

(jo)