Şêniyên Efrînê: Planên Tirkiyê wê negihijin serî

Şêniyên navçeya Şêrawa ya Efrînê gotin, planên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser herêmê dê têk biçin. Şêniyan bang li rejîma Sûriyeyê kirin ku erka xwe pêk bînin û li hemberî van binpêkirinan helwest nîşan bide.

Şêniyên Efrînê: Planên Tirkiyê wê negihijin serî
19 nîsan, 2019   06:00
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî gundên navçeya Şêrawayê didomînin. Tirsê di nava şêniyan de belav dike û dagirkeriya xwe ferz dike. Ji ber vê yekê car caran gundan topbaran dikin û dîwaran di navbera gundên kantonê de lêdike.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Xelîl Xelo yê ji gundê Soxanekê wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê car caran top û roketan li gundê me direşîne. Em neçar dimînin xwe û zarokên di şikeftan de biparêzin. Tirkiyê wisa dike da ku tirsê belav bike û di dawiyê de dagirkirina gund hesan bike."

Xelo bang li rejîma Sûriyê kir ku helwestê nîşanî Tirkiyê bike.

Welatiya bi navê Almasa Ehemed ji navçeya Şerayê ye û li gundê Bînê yê Şêrawayê dimîne. Almasa diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê vîna gelê Efrînê neşkîne. Almasa got, Efrîn bi îradeya zarên wan dê bi ser bikeve.

Şêniyê bi navê Receb Mustefa yê ji gundê Aqîba jî got,  Tirkiye û çeteyên dixwazin bi lêkirina dîwarê çemento kantonên Efrînê û Şehbayê ji hev qut bike. Her wiha destnîşan kir ku topbaranên li ser Şêrawayê wê vîna wan neşkîne. Mustefa diyar kir ku  dê planên dagirkeran li ser herêmê neghêjin serî.

(bb)

ANHA