Li herêma Firatê projeya pêşxistina sewalkariyê

Desteya Aboriyê ya Kantona Kobanê ji bo pêşxistina sewalkariyê projeyên xwedîkirina pez li Girê Spî û gundê Xerab Eto yê girêdayî navçeya Qinê ya Kobanê dan destpêkirin.

Li herêma Firatê projeya pêşxistina sewalkariyê
Li herêma Firatê projeya pêşxistina sewalkariyê
17 nîsan, 2019   07:45
KOBANÊ - HÊVÎDAR HERANÎ

Desteya Aboriyê ya Kantona Kobanê bi armanca xwedîkirin û zêdekirina hejmara pezê bênexweşî ji bo sala bê, projeya xwedîkirina pez dest pê kir. Proje li gundê Xerab Eto yê girêdayî navçeya Qinê ya Kobanê dest pê kir. Li gundê Xerab Eto 200 kavir tên xwedîkirin.

Projeya xwedîkirina pez li 2 cihên kantona Girê Spî jî hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê projeye de 415 mih tên xwedîkirin. Projeya Desteya Aboriyê ji bo saleke din wan kaviran xwedî dike. Dê saleke din wan derxe bazarê û ji wan berhemên xwarinê wergire.

Di projeya gundê Xerab Eto de malbatek ku ji 10 kesan pêk tê, wan berxan xwedî dike. Her hefte beyterek serdana wan berxan dike.

Endamê rêveberiya Desteya Aborî ya Kantona Kobanê Xelîl Şêx got heta saleke din ew berxên tên xwedîkirin, dê bidin mih û wiha got: “Dê berhemên wan li Kobanê bên firotin. Eger pêdiviya gundewarên Kobanê jî pê hebe, dê bigihînin wir jî.”

ANHA