Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin

Di encama lehiyên di van demên dawîn de hezar û 200 konên kampa Erîşe zirar dîtiye. Paşguhkirina rêxistinan ji belavkirina alîkariyan, azarên koçberan zêdetir kirine.

Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
Lehî û paşguhkirina rêxistinan azarên koçberan zêde kirin
17 nîsan, 2019   07:15
HESEKÊ-NESRÎN ELÎ

Kampa Erîşe bi 15 km li başûrê bajarê Hesekê ye. Di meha Hezîrana 2017`an de ji bo pêşwazîkirina şêniyên Dêrazorê û gundewarên wê piştî destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê ya QSD`ê  ya li dijî DAIŞ`ê, hate vekirin. Di nav kampê de 9 hezar û 100 koçber dimînin.

Di encama bilindbûna rêjeya ava bendava Başûr de ya li rex kampa Erîşe, ji ber baranên ku vê dawiyê barîne, kampê bi awayekî zêde zirar dîtiye.

Koçberê bi navê Mihemed Mehmûd El-Salih ji şêniyên gundewarên  Dêrazorê ye û ji salek û nîvekê ve li kampê dimîne. El-Salih wiha got: "Rewşa kampê ji tevahiya aliyan ve trajedîk e. Rêxistinan warê xizmetguzariyê paşguh kiriye."

El-Salih destnîşan kir ku ji ber lehiyan gelek koçber neçar man derbasî aliyê din ê kampê bibin. El-salih diyar kir ku rêxistinan alîkariyên xwe rawestandine û ji mehekê ve pakêtên xwarinê li wan belav nekirine.

El-Salih destnîşan kir ku kon gihaştine astekê ku êdî nayên bikaranîn û ji ber buhabûna nirxê sebzeyan û madeyên xwarinê zehmetiyan dikişînin. El-Salih bang li rêxistinan kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

Koçbera bi navê Reşa Meter Hemadê ji Dêrazorê ye û dayika 9 zarokan e. Di encama lehiyan de av derbasî bin konê wê bûye û nivîn û madeyên xwarinê telef bûne. Girêdayî mijarê ev tişt anî ziman: "Rêxistin madeyên telefbûyî li koçberan belav dikin. Madeyên ku belav dikin jî têra pêwîstiyên me nakin. Rewşa me ya aborî trajedîk e."

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa me endamê rêveber ê Buroya Têkiliyan a Kampa Erîşe Alan Îbrahîm tekez kir ku Rêveberiya Kampê bi Meclisa Herêmî re dixebite da ku kampê li cihekî nû ava bike. Piştre wê koçberên ji ber lehiyan zirar dîtine veguhezîne kampa nû. Heya niha hezar û 200 kon hatine veguhestin.

Îbrahîm destnîşan kir ku rêxistinan xebatên xwe ji zêdetirî 3 mehan ve rawestandine. Ji demeke nêz ve dîsa xebatên belavkirina alîkariyan li ser koçberan bi awayekî hêdî dest pê kirine. Îbrahîm tekez kir ku prosesa perwerdeyê dê di destpêka meha Gulanê de ji nû ve dest pê bike, piştî rawestandina çend mehan.

(şx)

ANHA