Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara 807’emîn red kir.

Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin
17 nîsan, 2019   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlum Dînç û Raziye Turgut ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 807’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk dabû. Serdozgeriyê piştî nirxandina serlêdanê, daxwaza parêzeran a hevdîtinê red kir.

Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên cuda nikarin biçin û li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin.