Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan

Şêniyên navçeya  Amûdê  bi meşekê terîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgirî dane çalakgerên grevên birçîbûnê. Di heman demê de bi sedan endamên şaredariyên herêma Cizîrê li dijî xesba AKP‘ê ya li hemberî şaredaran re meşiyan.

Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
Gelê Qamişlo li dijî xesba AKP‘ê meşiyan
16 nîsan, 2019   15:59
QAMIŞLO

Bi sedan şênyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûn meşiyan.

Meş ji ber çerxerêya Jina Azad dest pê kir.  Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , Leyla Guven û alên Kongreya Star hilda bû û li nav kolanên sereke yên navçeyê meşiyan.

Meşavnan dirûşmeyên silavkirina Berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê, berxwedana Îmraîl û "Bê serok jiyan nabe" berz dikirin.

Meş li Qada Şehîd Cîhad rawestiya. Rêvebera Kongreya Star Şirîn Hesen axivî û got: "Bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz bi dehan têkoşer ji Kurdistan, Ewropa û girtîgehan beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Tenduristiya piraniya wan jî xirab e û hin ji wan gihiştin asta şehadetê."

Şirîn diyar kir ku çalakgerên soz dane ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin heta tecrîda li dijî Ocalan bi dawî dibe.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina çalakgerên grevên birçîbûnê bi dawî bû.

Li bajarê Qamişlo, bi sedan endamên şaredariyên gel ên herêma Cizîrê û şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Em ê bi tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmeyê îradeya xwe biparêzin." Meşek lidar xistin. Meş bi armanca şermezarkirina xesbkirina ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve li hemberî şaredariyan hate lidarxistin

Meş ji pêşiya Akademiya Şaredariyan a bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de pankartên "Binpêkirinên faşîzmaya Erdogan nikare îradeya gel bişkîne", " Em ê bi tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmeyê îradeya xwe biparêzin", "Ji faşîzmeya re na" û "Bijî berxwedana girtîgehan " hatin hildan.

Meş li ber avahiya Şaredariya ya taxên rojhilat sekinî.

Cîgira Hevseroka Desteyên Şaredariyan a Herêma Cizîrê Bêrîvan Umer axivî û got: "Wekî tê zanîn li Tirkiyê hilbijartinên şaredariyan çêbûn, tevî hemû zulm û astengiyan li ser gelê Kurd lê îradeya gel li hember binpêkirinên Erdogan neşkest, ji ber ku îradeya xwe ji berxwedana Leyla Guven û Nasir digirin."

Bêrîvan Umer bi navê şaredariyên herêma Cizîêr bang li Desteya Bilind a Hilbijartinan kir ku li gorî zagonan tevbigere û destê xwe li ser îradeya gel rake.

Meş bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê bi dawî bû.

ANHA