Li Dêrazorê du şehîd hatin oxirkirin

Cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsamîl El-Neflawî û Ebdulezîz El-Ewed ê ku di 6‘ê Nîsanê de dema erka xwe pêk di anîn şer bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hat veşartin.

Li Dêrazorê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrazorê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrazorê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrazorê du şehîd hatin oxirkirin
15 nîsan, 2019   16:36
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajaroka Bisêra û gundewarên wê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl El-Neflawî û Ebdulezîz El-Ewed ji deriyê ketina bajarokê Bisêrayê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Paşê bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa El-Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiyê dê hertim mertal bin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sabirîn Mihemed jî axivî û got: "Şehîd bi fedekariya xwe jiyanek bi rumet ji me re afirandin, em ê xeta wan bişopînin heta armancên wan pêk bînin."

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Salih ku di 23‘yê Adarê de li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, eşkere kir.

Nasnameyên hersê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên şehîd Îsamîl El-Neflawî û Ebdulezîz El-Ewed bi dirûşmeyan spartin axê.

ANHA