Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxwedana çalalgerên greva birçîbûnê silav kirin û banga xwedîderketina li çalakiyên grevên birçîbûnê kirin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin
15 nîsan, 2019   16:12
HELEB

Bi dirûşmeya `Bi giyanê berxwedanê em ê Rêber Apo û hemû girtiyan azad bikin`, bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşiyan. Şêniyan ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakgerên greva birçîbûnê û pankartên bi nivîsên `Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin û pergala faşîzmê hilweşînin`, `Em tecrîda li Serok Apo şermezar dikin` hildan bû ji hola 8`Adarê dest bi meşê kirin.

Meşvanan di nav kolanên sereke de yên taxê meşiyan û dirûşmeyên silavkirina berxweddanê berz kirin.

Meş li ber çerxerêya Destîna ya li beşa Rojhilatê taxê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin beşdaran axaftina Ocalan girêdayî şoreşa azadiyê, vejandina ber bi heqîqetê ve û girîngiya têkoşînê li dijî pergal û zihniyeta faşîst û peyama deng a Lelya Guven ku banga rakirina tecrîdê dike guhdar kirin.

Piştî bidawîbûna weşandina dengan, endama Buroya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Helebê Roşîn Mûsa axivî û destnîşan kir ku daxwaza şêniyan ji bo rakirina tecrîdê çavkaniya hêzê ye li hember tevahiya tehdîdên faşîzmê. Roşîn anî ziman kir ku bi fikr û felsefeya Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê berxwedana xwe ber bi azadî û serkeftinê ve berdewam dikin, di serî de têkoşer Leyla Guven a ku ji tevahiya gelên berxwedêr e bûye nimun e.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Helebê Îsa Mistefa axivî û got, ew ê ji bo Ocalan tê bikoşin. Ji ber ku Ocalan ji bo mirovahiyê tê dikoşe. Mistefa banga hevgirtinê li tevahiya hêzên demokratîk da ku tecrîd were şikandin, kir.

Mistefa bal kişand ku tecrîda li dijî Ocalan tecrîda li tevahiya gelên azadîxwaz e.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana zindanan û Ocalan bidawî bû.

(şx)

ANHA