Aloziya li herêmên dagirkirî didome

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, careke din di navbera komên çete de şer derket. Tê gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan hene. Li aliyekî din jî sînaryoya teqîn û kuştinê di nava çetyan de didome. Hate gotin ku di teqînan de serçeteyekî Feyleq El-Salis hat kuştin.. Li bajarê Cerablusê jî alozî derket ku bû sedema kuştin, binçavkirin û girtina rêyan.

Aloziya li herêmên dagirkirî didome
15 nîsan, 2019   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku, li bajarê Efrînê şer di navbera çeteyên koma "Furqet El-Sultan Murad" û çeteyên "El-Cehba El-Şemiyê" de ku herdu girêdayî Tirkiyê ne derket. Li gorî agahiyan ji herdu aliyan  ve çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li bajarê Babê ya gundewarên bakurê rojhilatê Helebê ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, duh li ber mizgefta Ebû Bekir El-Sidîq ya li çerxerêya Senter teqîneke pêk hat. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kesekî bombe avêt wesayîta serçeteyekî, piştî teqînê di navbera çeteyan de şer derket û heta gundê Sikerêyê yê rojhilatê Babê berfireh bû.

Li bajarokê Qebasînê jî mayînek ku bi erebeyek leşkerî ve hatibû bi cihkirin, bi ajokarê erebeyê ve teqiya û ew birîndar kir.

Nakokî di navbera komên Tirkiyê de

Li bajarê Cerablûsê ya aliyê bakur rojhilatê bajarê Helebê ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kiriye, şer di navbera "Polîsên leşkerî" û çekdarên girêdayî eşîreyeke ji Dêrazorê de rû da. Li bajar heta niha alozî serwer e. Li aliyekî din jî di navbera çeteyên "El-Cebha El-Şamiya" û "Furqet El-Sutlan Murad" şer derket, piştre çeteyên "Polîsên Leşkerî"mûdaxele kirin. Di şer de çeteyekî "Polîsên Leşkerî"hat kuştin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên koma "Xalid Bin El-Welîd" û çeteyên "Feyleq El-Şam" li ser parvekirina milkên sivîlên gundê Meydan Ekbisê yê Efrînê nakokî derket, paşê nakokî veguherî şerê çekdarî.

Li navenda bajarê Efrînê û gundê Basûtayê di navbera çeteyên "El-Cebha El-Şamiya" û "Furqet El-Hemzat"de  şer rû da. Di şer de top hatin bi karaîn.

Nakokiyên di navbera çeteyên Tirkiyê de berdewam in. Ev nakokî pêşketin û veguherîn  bûyerên kuştina endam û serçeteyan. Di 13‘ê Nîsanê de li Qibêsînê çeteyekî girêdayî koma "Isûd El-Şerqiye" ya girêdayî Tirkiyê di encama teqîna mayînekê ku di erebeya wî de hatibû bi cihkirin hat kuştin û kesekî in jî birîndar bû.

Girêdayî heman mijarê di encama teqîna bombeyekê de bi erebeya serçeteyekî Feyleq El-Salîs, serçete birîndar bû. Li aliyekî din jî mayînek bi erebeya çeteyên "El-Hemzat" ên girêdayî Trikiyê li nêzî nuqteya wan li ser riya di navbera Kîmarê û Beradê de yên Kantona Efrînê, gelek çeteyên ku di erebeyê de bûn birînda bûn.

Ji bo derketina komekî çeteyan li Efrînê xwepêşandan

Piştî xwepêşendanên ji hêla  şêniyên El-Xûta El-Şerqiyê yên ku li Efrînê hatine bichkirin, asta nakokiyan li bajarê Efrînê zêde bûn. Ev xwepêşendan piştî bûyerên kuştinê der heqê gelek kesên ji El-Xûta El-Şerqiye di 24 saetên dawîn de pêk hatin. Şêniyên El-Xûta li nêzî çarxeriêya Kawa Hesinkar kom bûn û ji fermendariya Polîsan ya li bajarê Efrînê xwestin ku kesên ku bazirganekî ji Şamê kuştine û girêdayî Ehrar El-Şerqiyê radestî wan bikin. Li gorî çavdêrgeha Sûrî çeteyên Ehrar El-Şam ji bajarê Efrînê hatin derxistin.

Her wiha çavkaniyan bi bîrxistin ku cenazeyê kesekî kuştî li dora Cerablusê li beşa bakurê rojhilatê gundewarê  Helebê hatiye dîtin. Ew cenaze bi gule hatiye kuştin û piştre li dora Cerblusê hatiye avêtin beyî ku agahî derbarê kiryarkeran bên bidestxistin.

(şx)

ANHA