Tevlîbûna nava refên YPG‘ê zêde dibin

Komek ji şervanên nû piştî ku dewreyên xwe yên lşekrî li Akademiya şehîd Xebat a Leşkerî bi dawî kirin, tevlî nav refên YPG`ê bûn.

Tevlîbûna nava refên YPG‘ê zêde dibin
Tevlîbûna nava refên YPG‘ê zêde dibin
Tevlîbûna nava refên YPG‘ê zêde dibin
Tevlîbûna nava refên YPG‘ê zêde dibin
Tevlîbûna nava refên YPG‘ê zêde dibin
15 nîsan, 2019   13:57
HESEKÊ

Îro Akademiya Şehîd Xebat a Perwerdeya Leşkerî ya girêdayî YPG`ê ya li navçeya Dirbêsiyê dewreya Şehîd Reşîd a ku 45 rojan dom kir bi merasîmekê bi dawî kir.

Di dewriyê de şervanan waneyên fikrî girêdayî şêwazên şerê taybet, dîroka Kurdistanê, rastiya jin û gelek mijarên din tevî perwerdeyên leşkerî, teknîkên şer û awayên bi karanîna çek birin dîtin.

Fermnendarên YPG û YPJ`ê, gelek şêniyên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl tevî malbata şehîd Reşîd beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre fermendarên YPG‘ê Welîd Taibûş axivî û bi dawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir. Taibûş destnîşan kir ku bi saya fedekariyên şehîdan gelek destkeftî hatin bi destxistin û soza şopandina riya şehîdan heya azadî û jiyana bi rûmet da.

Piştî wê şervnan sond xwarin. Di dawiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî gerandin û paşê şervanê tev li nuqteyên ku lê hatine dabeşkirin bûn.

Tê destnîşankirin ku Şehîd Xelef El-Lafî bi nasnav Reşîd ê ku dewre bi navê wî hatiye vekirin, ji bajarokê Silûkê ye û li bajarokê Hecînê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye.

(şx)
ANHA